Hêzên Artêşa Tirkîyê bi dehan welatiyên din li Efrînê revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307720-hêzên_artêşa_tirkîyê_bi_dehan_welatiyên_din_li_efrînê_revandin
Hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên têrorîst ên Efrîn dagîr kirine di 2 rojên bûrî de hejmarek welatiyên Efrînê revandin, ji nava revandiyan 10 kes hatin naskirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2019 14:22 Asia/Tehran
  • Hêzên Artêşa Tirkîyê bi dehan welatiyên din li Efrînê revandin

Hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên têrorîst ên Efrîn dagîr kirine di 2 rojên bûrî de hejmarek welatiyên Efrînê revandin, ji nava revandiyan 10 kes hatin naskirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku duh 27`ê Tebaxê hêzên artêşa Tirkiyê û grûpa Sultan Osman êrişî gundê Qestelê Xidiriya ya navçeya Bilbilê kirin û bi bihaneya ku wan leşkeriya neçar li cem Rêveberiya Xweser kirine, hejmarek welatî revandin, navê 5 kes ji wana hat zanînê.

Wê rêxistinê navên kesên hatine revandin û hatine naskirin belav kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan herwiha da zanîn, pêr 26`ê vê mehê hêzên artêşa Tirkiyê hicûmî gundê Çeqelê Orte yê navçeya Şiyê kirin û hejmareke zêde ya welatîyan bi wê hecetê ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re heye, revandin.

Ev yek di demekê de ye ku şeva 24`ê vê mehê grûpeke têrorîst bi darê zorê derbasî malekê bû û kalemêrê Efrînî Mihyedîn Oso yê 70 salî kuşt û li hevjîna wî da û pereyên wan dizîn.

Ji destpêka dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên têrorîst ên ser bi Enqerê ve û li gor zanyariyên çalakvanan heta niha zêdetir ji 2 hezar welatî hatine revandin.