Hûgilyên vekişynana hêzên HSD û YPG ji navçên rojhilata Firatê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307712-hûgilyên_vekişynana_hêzên_hsd_û_ypg_ji_navçên_rojhilata_firatê
Piştî weşandina hin nûçan dereq vekişyana hêzên YPG û Hêzên Sûrîya Demokratîk ji navçên ku ser wan li hev kirine, bona avakirina navça ewleh ji aliyê Tirkiye- Emerîkayê ve li rojhilata Firatê, çavkaniyeke agehdar ji HSD`ê hûrgiliyên vê paşdevekişyanê weşandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2019 13:07 Asia/Tehran
  •  Hûgilyên vekişynana hêzên HSD û YPG ji navçên rojhilata Firatê

Piştî weşandina hin nûçan dereq vekişyana hêzên YPG û Hêzên Sûrîya Demokratîk ji navçên ku ser wan li hev kirine, bona avakirina navça ewleh ji aliyê Tirkiye- Emerîkayê ve li rojhilata Firatê, çavkaniyeke agehdar ji HSD`ê hûrgiliyên vê paşdevekişyanê weşandin.

Çavkaniyeke agehdar ser bi HSD`ê li gotûbêja bi ajansa IZ News`ê re, vekişyana hêzên YPG û Hêzên Sûrîya Demokratîk ji navçên ku ser wan li hev kirine piştrast kir û li bara hûgiliyên wê jî raghand: Hêzên YPG di 22 Tebaxa 2019`an ji Hesekê û 24 Tebaxê ji gundê Edwaniyê li rojava Hesekê, 5 km paşde vekişyane. Her wiha hêzên hanê li 26 Tebaxê ji navça Qontrayê li rojhilata  Girêsipî bi qasî 14 km ji Heşîşê, 10 km û Bircîwanê 5 km paşde vekişyane.

Wî di dewam gotinên xwe de destnîşan kir: Navça ewleh ku li 5-14 km hatine  berçav girtin  li gor  bernameyên dîzaynbûyî hêzên emerîkî- tirk dê geştlêdanên xwe yên hevpar dê li van navçana destpê bikin.

Ev 5-14 km ku HSD`ê û YPG jê derdikevin, li devera navbera  Girêsipî heta Serêkaniyê dê radestî hêzên xwecihî  bênkirin. Li  dirêjahiya vê 88 km navça ku hêzên me dê derkevin, 6 navendên  çavdêriyê dê bên avakirin. Sê navend li Girê Sipiyê û sê navend jî li Serêkaniyê û kontrola van navendana  dê ser istûyê hêzêz Konseya Eskerî de be.