Komeke hêzên YPG`ê ji sînorê Sûrîyê digel Tirkîyê vekişîya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307690-komeke_hêzên_ypg_ê_ji_sînorê_sûrîyê_digel_tirkîyê_vekişîya
Di çarçova cihanîna plana damezirandina Navça Aram de komeke hêzên YPG`ê ji şarê Serê Kanîyê li sînorê Sûrîyê û Tirkîyê vekişîya. Eva di halekî da ye ku Berdevkê HSD`ê dibêje, wan tenê beşek ji çekên xwe yên giran li navçeyên sînorî vekişandine, hêzên wan hêj li ser sînor in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2019 03:15 Asia/Tehran
  • Komeke hêzên YPG`ê ji sînorê Sûrîyê digel Tirkîyê vekişîya

Di çarçova cihanîna plana damezirandina Navça Aram de komeke hêzên YPG`ê ji şarê Serê Kanîyê li sînorê Sûrîyê û Tirkîyê vekişîya. Eva di halekî da ye ku Berdevkê HSD`ê dibêje, wan tenê beşek ji çekên xwe yên giran li navçeyên sînorî vekişandine, hêzên wan hêj li ser sînor in.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Associated Press`ê, biryar e ku hêzên YPG`ê bi radestkirina çekên giran ji devera Girê Sipî li Parêzgeha Reqqayê vekişin.

Eva di halekî da ye ku Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Kîno Gabriyel şeva buhurî di hevpeyvîna digel Kanala Nûçan a Rûdawê de got ku wan tenê beşek ji çekên xwe yên giran li navçeyên sînorî vekişandine, lê hêzên wan hêj li ser sînor in û ew yê di çend qonaxan de vekişin.

Vekişîn û derketina hêzên YPG`ê pişkeke lihevkirina Amerîka, Tirkîyê û Kurdan derbarê avakirina Navça Ewleh li bakura Sûrîyê de ye.