Bêencamkirina êrişa terorîstan li başûrê rojhilata Idlibê ji aliyê artêşa Sûriyê
Tebax 27, 2019 11:18 Asia/Tehran
Artêşa Sûriyê êrişa terorsîtan ser başûrê rojhilata Idlibê bê encam hiştin.
Li gorî rapora Fars News`ê, terorîstan roja sêşemiyê ji çar mêhweran va li başûrê rojhilarta Idlibê êrişî xelkê sivîl kirin ku bi rawestana bi wext a hêzên artêşa Sûriyê, êrişa terorîstan hat bêencamkirin.
Balefirên cengê yên Sûriyê û Rûsiyê jî riyên gîhandina alîkariyê bo terorîstan li derdora bajarokê El-Temanie, başûr û başûrê rojhilata Idlibê bombebaran kirin.
Artêşa Sûriyê li rojên buhurî xêncî azadkirina bajarê Xan Şêxûnê, ser sêkunca stratejîk a derdora bakurê parêzgeha Hemahê jî serdest bûye.
Parêzgehên Hemahê li rojava û Idlibê li bakurê Sûriyê, dawîn meqerên terorîstan li vî welatî ne.