Hevseroka PYD`ê: Hikûmeta AKP`ê ber bi têkçûnê va pêngavan ra dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307641-hevseroka_pyd_ê_hikûmeta_akp_ê_ber_bi_têkçûnê_va_pêngavan_ra_dike
Hevseroka Partîya Yekitîya Dêmokiratîk (PYD) a Kurdên Sûrîyê himberî wêdadayîna 3 Şaredarên Kurd a bi biryara Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ve bertek nîşan da û got: Hikûmeta AKP`ê li Tirkîyê ber bi hilweşînê va pêngavan ra dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 26, 2019 11:58 Asia/Tehran
  • Hevseroka PYD`ê: Hikûmeta AKP`ê ber bi têkçûnê va pêngavan ra dike

Hevseroka Partîya Yekitîya Dêmokiratîk (PYD) a Kurdên Sûrîyê himberî wêdadayîna 3 Şaredarên Kurd a bi biryara Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ve bertek nîşan da û got: Hikûmeta AKP`ê li Tirkîyê ber bi hilweşînê va pêngavan ra dike.

Hevseroka Partîya Yekitîya Dêmokiratîk (PYD) Ayşe Hesoyê di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Hawarê de weke berteka himberî wêdedayîna 3 Şaredarên Kurd ji hêla Hikûmeta Tirkîyê va ragihand: "Kivşkirina qeyyûman jibo Şaredarîyên Kurdên Tirkîyê derbeyeke sîyasî ye. Dewsa Serokşaredarîyên ku bi rêya dêmokirasîyê û bi destê gel hatibûn hilbijartinê, sergêrên tam berovajî isûlên dêmokirasîyê hatine kivşkirinê. Berbend û neçarîyên ku Tirkîye di sîyasrtên nav ûderve de pêrgî wan bûye, gişk encama dûrketina ji dêmokirasîyê ne. Dewleta Tirkîyê bi vî awayî vîna gel nake esas. Gelê Tirkîyê divê piştgirîyê bide dêmokirasîyê."

Hevseroka Partîya Yekitîya Dêmokiratîk (PYD) Ayşe Hesoyê di dewama wê hevpeyvînê de got: "Danîna sergêrran dewsa Şaredarên Kurd ên Tirkîyê bandorê li sîyasetên derve yên vî welatî jî dike. Dewleta Tirkîyê di sîyasetên navxweyî da jî di halê işkestê da ye. Ew rewşa ji encamên hilbijartinên Istenbolê tam eyan û aşkira ye. Faşîsm di nav dewleta Tirkîyê de giheştîye asta herîjorîn. Enqere di eynî demê de di sîyasetên himber meseleyên derve yên weke qeyrana Sûrîyê de jî tûşî işkestê bûye. Sîstema AKP`ê niha jî hewil dide ku bi sûdwergirtina ji hizra netewperestane xwe berfire bike."