Mişêwira Esed: Hemî axa Sûriyê dê bê azadkirin
Mişêwira Medyayî û Siyasî ya Serokkomarê Sûriyê teqez kir: Erdên Sûriyê hemî dê bên azadkirin.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê, Rawêjkara Medyayî û Siyasî ya Serokkomarê Sûriyê Buseyna Şeiban roja yekşemiyê li civîna neteweyî li Hemayê azadkirina navça Hemahê û Xan Şêxûnê ji lepên komên terorîst li xelkê vê navçê pîroz kir û got: Ger berxwedan û îsrara xelkê Hamayê neba, ev serkevtin tu carî cih nedihat.
Buseyna Şeiban bal kişand ser dîroka 0 hezar salî ya Sûriyê û destnîşan kir: Şerê li dijî Sûriyê ku zêde ji 100 welatan bi hemî şiyan û îmkanên xwe ew destpê kirine ji xwe mînaka eşkere ya şerê cîhanî ye.
Rawêjkara Medyayî û Siyasî ya Beşar Esed di dewamê de sipasîya Rûsiye, Îran û Hizbullaha Lubnanê ji ber piştgirîyên ji Dewlet û Artêşa Sûriyê bona rawestana li ber terorîzmê kir û got: Piştgiriyên bi vî rengî nirxeka pir zêdetir hene.
Artêşa Sûriyê bi dewama pêşdeçûna xwe li başûrê parêzgeha Idlibê, yekşemiyê şevê karî ku piştî dorpêçkirina bajarê Xan Şêxûnê û paşdedana terorîstan, piştî pênc salan derbasî vî bajarî bibe.