YPG ji sînorên Tirkiyê paşde vedikşe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307607-ypg_ji_sînorên_tirkiyê_paşde_vedikşe
Hesen Qamişlo, ji fermandeyên Hêzên Sûriya Demokratîk li gotûbêja bi Ajansa Hawar Newsê re bal kişand ser paşde vekişyana hêzên YPG ji navçên ku ser wan li hev kirine û got: Ji îro va dewsa hêzên YPG û YPJ li Serêkanî û Girêsipiyê heta panatiya 5 km hêzên konseya eskerî dê bi cih bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 25, 2019 12:30 Asia/Tehran
  • YPG ji sînorên Tirkiyê paşde vedikşe

Hesen Qamişlo, ji fermandeyên Hêzên Sûriya Demokratîk li gotûbêja bi Ajansa Hawar Newsê re bal kişand ser paşde vekişyana hêzên YPG ji navçên ku ser wan li hev kirine û got: Ji îro va dewsa hêzên YPG û YPJ li Serêkanî û Girêsipiyê heta panatiya 5 km hêzên konseya eskerî dê bi cih bibin.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Hesen Qamişlû  ji fermandeyên artêşa Demokratîk a Sûriyê li gotûbêja bi Hawar Newsê re bal kişand ser paşdevekişyana  hêzên YPG ji navçên lihevkirî li çarçoveta navça ewleh li rojhilata Firatê û cîranê sînorên Tirkiyê da zanîn: ji Îro va dewsa hêzên YPJ û YPG li Serêkanî û Girêsipiyê heta kûratiya 5 km hêzên konseya eskerî dê bi cih bibin. Em bona ku pêşiya êrişên Tirkiyê ser meqerên xwe bigrin, hewl didin hemî sînorên hevpar ên Tirkiyê-Sûriyê wek navçên ewleh  bidin nasandin. Hikûmeta Tirkiyê tu mafeke rewa bo kontrolkirina  van navçana tine.

 Wî di dewama gotinên xwe de bal kişand ser vê yekê ku Tirkiyê dil heye siyasetên ku li Efrînê cih anîne li rojhilata Firatê cih bîne û got: Dewleta Tirkiyê gefeke mezin li dijî me tê hesabê.Em wek Artêşa Demokratîka   Sûriyê piştgiriya muzakiran dikin. Em hewl didin riyekê bo çareserkirina pirsgirêkan peyda bikin û em hêvî dikin ku ew jî bo çareserkirina meselê bikevin dewrê.