Daxwaza HSD`ê ji Hikûmeta Şamê
Hêzên Sûriya Demokratîk ji Şamê xwestin ku bila li gor rewşa niha ya bakurê rojhilata Sûriyê û dosiya Kurdan ji riya muzakira bi nunerên wan û Hêzên Sûriya Demokratîk re bighêjin rêçareyeke pêkan.
Li gorî rapora ISNA`yê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Şamê xwestin ku bila mafên gelê kurd li Sûriyê di çarçoveya Sûriya ploralîzm a hevgirtî de bi fermî nas bike
Di vê çarçoveyê de Mezlûm Evdî Fermandê Giştî yê HSD`ê destnîşan kir: Rabûna artêşa Tirkiyê li dijî HSD û dagirkirina Efrînê bandora neyînî li pêvajoya rawestana li ber DAIŞ`ê kirîye.
Ji aliyê din ve, endamê komîta peywedniyên derve yên Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê( ENKS) hûrgiliyên navça ewleh li bakurê vî welatî eşkere kirin.
Îbrahîm Biro, endamê komîta peywedniyên derve ya Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê( ENKS) li axiftinekê bal kişand ser eşkerekirina mijarên hevdîtinên vê dawiyê yên xwe bi rayedarên Wezareta Karên derve ya Emerîkayê bo hilkolandina avakirina navça ewleh li bakurê Sûriyê û got: Navça ewleh ku tê baskirin dê navçeyeke ewlehî û eskerî be û li van hevdîtinan li hev kirin ku kûratiya navçan navbuhurî di navbera 5 heta 114 kîlûmêtran bê guhertin.
Vî rayedarê kurdê Sûriyê got: Ev navçeya li sê qonaxan dê cih were. Qonaxa ewil avakirina navça ewleh navbera Girê sipî û serêkaniyêû qonaxa sisyan ji rojava girêsipî ber bi kobanê cih were.
Îbrahîm Biro got: Her wiha Emerîka û Tirkiyê li hev kirine ku çekên giran heta 20 kîlûmêtriyê bên derxistin û tu hêzek ji YPG û PYD li navça navbuhurî de nebin.
Her wiha geştên hevpar ên Emerîka û Tirkiyê dê li vê navçê bin û hin navend bo wan pêk tên û Tirkiyê jî dê beşek be ji hêza hewayî ya hevalbendiya navneteweyî li esmanê navça ewleh.
Li gorî gotina Îbrahîm Biro endamê ENKS her du aliayn li hev kirine navçên ku dewlet di wan de ye bêyî guhertin bimînin û wer tê xûyanê ku Qamişlû ji geştên navbuhurî bê cudakirin.
Wezareta karên derve ya Sûriyê dijberiya xwe ya cidî li hember hevhatina raghandî ji aliyê Emerîka û Tirkiyê li bara avakirina navça qaşo ewleh li bakurê Sûriyê raghandiye.
Li gor nûçeyeke din,Wezareta berevaniyê ya Emerîkayê raghand: Kurdên Sûriyê çeperên xwe diterikînin û diçin.
Pêntagonê bi daxûyaniyekê raghand ku hêzên HSD pêvajoya terkandina çeperên xwe li navça ewleh li bakurê Sûriyê destpê kirine.