Rawêjkara Serokomarê Sûrîyê: Tirkîye bi aşkirayî pişta têrorîstan digire
Tebax 24, 2019 05:03 Asia/Tehran
Rawêjkara Serokomarê Sûrîyê got: Tirkîyê di salên dawîyê de piştgirîya xwe ji têrorîstan aşkira kirîye.
Rawêjkara Sîyasî û Mêdyayî ya Serokomarê Sûrîyê Busêyna Şeibanê di hevpeyvîna digel Kanala Al Mayadeenê de amajeyî pêbendnebûna Tirkîyê li rêkeitnamên ku li Astanê wajo kirine kir û got: Enqerê bilî dagirkirina hin deverên axa Sûrîyê, binkeyên lêgerînê yên di bin kontrola xwe da kirine cihek jibo veguhestina çek û rextan.
Rawêjkara Sîyasî û Mêdyayî ya Serokomarê Sûrîyê amajeyî danuistandina çekan di navbera deverên di bin kontrola Tirkîyê û koma têrorîst a Cebhet ul Nusrê û cinayetên wan dijî gelê Sûrîyê kir û got: Devera di bin kontrola Tirkîyê li Morêkê hatîye dorpêçkirinê û Artêşa Sûrîyê dê bi zûtirkê wê deverê ji têrorîstan ramalîne.