Serokomarê Sûrîyê: Gelê Sûrîyê micidd e dawîn bihosta axa welatê xwe azad bike
Serokomarê Sûrîyê amajeyî destkevtên vê dawîyê yê Artêşa vî welatî li Idlibê kir û got ku ew serketin diselimînin ku gel û Artêşa Sûrîyê di warê sekinîna himberî têrorîstan û azadkirina dawîn bihosta axa xwe de micidd in.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA), Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed şeva buhurî di hevdîtina digel desteyeke Ûris bi serokatîya Dmitry Salbin de got: tevî ku komên têrorîst ji piştgirîya hin alîyên navnetewî û navçeyî ji wan Tirkîyê sûdmend in lê, serketinên Artêşa Sûrîyê didomin.
Esed herwiha got: Alûgurên vê dawîyê li Idlibê, piştgirîya bêsînor a Tirkîyê ji têrorîstan, jibo kesên ku derheq wan piştgirîyana şikber bûn, selimandin.
Desteya Ûris jî di wê hevdîtinê de, serketina Artêşa Sûrîyê li himberî têrorîstan pîroz kir.
Artêşa Sûrîyê mideha yekmeha buhurî de û bi dû binpêkirina agirbesê ji hêla komên têrorîst ên ku Enqere pişta wan digire, di encama çend opêrasyonan de li bakura Hemayê û başûra idlibê, çend gund û bajarok azad kirin û niha giheştîye şarê istiratêjîk ê Xan Şêxûnê li başûra Idlibê.