Bi dehan têrorîst li bakurê Sûriyê hatin kuştin
Di şer û pevçûnên giran li bajarê Xan Şêxûnê ya Idlibê, bi dehan têrorîst hatin kuştin.
Koma nasyar bi Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand: Di pevçûna giran a şev û roja bihurî li derdora Xan Şêxûnê çil kes ji dijberên çekdar ji wan fermandarê komeke ser b Tirkiyê hatine kuştin.
Vê çavkaniya ser bi dijberên sûrî tevî piştrastkirina ketina hêêzn artêşa Sûriyê nav bakur û rojhilata Xan Şêxûnê, ragihand: Bereyên başûrî yên Idlibê hema wisa qala şer û pevçûna navbera du aliyan e.
Di vî halî da artêşa Sûriyê ragihand ku ji du bereyên rojavayî û bakurê rojhilat va ber bi bajarê Xan Şêxûnê pêşve diçe û kariye rêyên sereke yên alîkariya tîrorîstan digel Xan Şêxûn, Kefer Zîta û gundên Lehaya û Seyadê bibire û têrorîst ber bi sînorê Tirkiyê va direvin.
Xan Şêyxûn xeleka têkilîya mêhwerên rojhilat, rojava û bakura Idlibê ye û azadkirina wê deverê wekî pêngava yekem a vekirina rêya Helebê wekî navenda aborî ya Sûrîyê ye.
Xan Şêyxûn ji hêla leşkerî va ji ber vê yekê girîng e ku serdestîya Artêşa Sûrîyê li wir vê imkanê didê ku bi rehetî bera xwe bide bakur yanî Maeret ul Nuimanê, devera ku xeleka têkilîya rêyên navnetewî yên Sûrîyê ber bi bakur, başûr, rojhilat û rojava ve ye.