Sûriyê derbasbûna eskerên Tirkiyê nav Idlibê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307418-sûriyê_derbasbûna_eskerên_tirkiyê_nav_idlibê_şermezar_kir
Dewleta Sûriyê derbasbûna eskerên Tirkiyê ji sînorê Sûriyê bona piştgiriya ji terorîstên işkestxwarî li derdora Xan Şêxûnê li parêzgeha Idlibê li bakurê rojava vî welatî şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 19, 2019 11:43 Asia/Tehran
  •  Sûriyê derbasbûna eskerên Tirkiyê nav Idlibê şermezar kir

Dewleta Sûriyê derbasbûna eskerên Tirkiyê ji sînorê Sûriyê bona piştgiriya ji terorîstên işkestxwarî li derdora Xan Şêxûnê li parêzgeha Idlibê li bakurê rojava vî welatî şermezar kir.

 Li gorî rapora SANA News`ê, eskerên Tirkiyê bi trimbêlên  zirixî, sibeha îro Duşemiyê ji sînorê Sûriyê derbas bûn û ber bi Xan Şêxûnê va çûn.

  Li gorî vê raporê, eskerên Tirkiyê derbasî bajarokê Seraqibê li bakurê Idlibê bûne û ber bi Xan Şêxûnê cihê dorpêçkirina terorîstên bereya El-Nusreyê va diçin.

 Wezareta karên derve ya Sûriyê bi daxûyaniyekê kiryara dewleta  Tirkiyê ya derbasbûna neqanûnî nav welatê hanê şermezar kir û got ku binpêkirina  hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê  dê dûhatên  xirab bo Tirkiyê hebin.

 Li gor vê daxûyaniyê, Sûriyê kiryara Dewleta  Tirkiyê li çarçoveya reftarên  destdirêjkirane da zanîn û got: Derbasbûna eskerên Tirkiyê bo cihê dorpêçkirina  terorîstan, tu bandorekê ser viyana artêşa Sûriyê li azadkirina Xan Şêxûnê û paqijkirina  terorîzmê ji axa Sûriyê nake.

 Artêşa Sûriyê yekşemiyê şevê derbasî beşên  bakurî yên bajarê Xan Şêxûnê bû û terorîst li halê revîna ber bi sînorên Tirkiyê ve ne.