Xisarên giran ên terorîstan li Idliba Sûriyê
Artêşa Sûriyê roja şemiyê di dewama pêşdeçûnên xwe li derdora başûrê parêzgeha Idliba bakurê vî welatî, gelek xisar li terorîstên bereya El-Nusreyê xistin.
Li gorî rapora SANA News`ê, artêşa Sûriyê li du rojên derbasbûyî li encama pevçûna giran bi terorêstên bereya El-Nusreyê li bakurê rojava bajarê Xan Şêxûnê li derdora başûrê Idlibê, gundên Adînê, Xerbe Abdînê û Um Zeytûnê xistin bin kontrola wxe.
Piştî vê pevçûnê, hejmarek ji terorîstan hatin kuştin an birîndar bûn.
Parêzgeha Idlibê dawîn meqera terorîstan li Sûriyê ye.
Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû ku bi hewldana artêşê û gelê Sûriyê komploya dijminan bêencam ma. Artêşa Sûriyê vê dawiyê bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştgiriya Rûsiyê karî ku dosiya koma terorîstî ya DAIŞ`ê li vî welatî girêde