Fermandarê Gişt HSD`ê: Muzakireya digel Tirkîyê heta bidestxistina encama teqil yê bidome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307262-fermandarê_gişt_hsd_ê_muzakireya_digel_tirkîyê_heta_bidestxistina_encama_teqil_yê_bidome
Fermandeyê Gişt Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) di axavtinekê de amajeyî lihevkirina Amerîka û Tirkîyê derbarê damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê de kir û pêgirî ser muzakireyên nerasterast ên digel dewleta Tirkîyê kir û got: Heta bidestxistina encama teqil muzakireyên nerasterast ên digel Tirkîyê yê bidomin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 15, 2019 03:37 Asia/Tehran
  • Fermandarê Gişt HSD`ê: Muzakireya digel Tirkîyê heta bidestxistina encama teqil yê bidome

Fermandeyê Gişt Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) di axavtinekê de amajeyî lihevkirina Amerîka û Tirkîyê derbarê damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê de kir û pêgirî ser muzakireyên nerasterast ên digel dewleta Tirkîyê kir û got: Heta bidestxistina encama teqil muzakireyên nerasterast ên digel Tirkîyê yê bidomin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, Fermandeyê Gişt Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di axavtinekê de amajeyî lihevkirina Amerîka û Tirkîyê derbarê damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê de kir û pêgirî ser muzakireyên nerasterast ên digel dewleta Tirkîyê kir û got: Di wan hevdîtin û muzakireyên nerasterast de heta vê gavê encameke zelal bi dest neketîye û heta bidestxistina encama teqil hevdîtinên digel Tirkîyê yê bidomin.

Wî di dewama axavtina xwe de amajeyî idiayên derbarê avakirina Navça Ewleh di navbera Girê Sipî û Serê Kanîyê de jî kir û got: Plana ku bi dilê me bûye û me raberî alîyên têkildarî vê mijarê kirîye jî, ligorî wê hemî xetên sînorî dikevin Navça Aram de.  Lê dewleta Tirkîyê dixwaze ev demajoya di navbera Girê Sipî û Serê Kanîyê de destpê bibe.