Artêşa Sûriyê li halê pêşdeçûna ber bi Idlibê ye
Artêşa Sûriyê piştî îbtalkirina agirbesa Idlibê ku li dawîn dewra muzakirên Astanê hatibû damezrandin, li halê pêşdeçûna ber bi navenda vî bajarê stratejîk li bakurê rojava Sûriyê ye.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê Sputnikê, hevgavê hilêxistina mesela pêkanîna navça ewleh li rojhilata Firatê ku bala sûriyan kişandiye, alûgureka din jî li rojava vî welatî li halê qewimînê ne. Artêşa Sûriyê piştî îbtalkirina agirbesa Idlibê ku li dawîn dewra muzakirên Astanê pêk hatibû, li halê pêşdeçûna ber bi navenda vî bajarê stratejîk li bakurê rojava Sûriyê ye.
Li gorî raporan, hêzên artêşa Sûriyê bi kontrolkirina bajarokekî stratejîk ên din bi navê bajarokê El-Hebîtê li Idlibê pêşdeçûnên xwe ber bi Xan Şêxûnê zêde kiriye û pevçûnên vê adwiyê navbera hêzên artêşa Sûriyê bi hêzên dijberê xwe li vê navçê, 61 kes ji van hêzana hatien kuştin. Li gor dawîn lêzanînan hêzên artêşa Sûriyê gihêştine 9 km ya Xan Şêxûnê.
Her wiha çavdêrê Mafên mirovan ê Sûriyê li nûçeyekê li bara êrişa artêşa Sûriyê ser rokêtên kontroldar ser navendeke ser bi hêzên Tehrîr Şamê agahî da.
Pevçûnên giran navbera artêşa Sûriyê û koma terorîstî ya taxima Tehrîr Şamê li Idlibê didomin.