Rawêjkarê Serokwezîrê Sûrîyê: Plana Tirkîyê jibo avakirina "navça ewleh" dagirkerane ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307218-rawêjkarê_serokwezîrê_sûrîyê_plana_tirkîyê_jibo_avakirina_navça_ewleh_dagirkerane_ye
Rawêjkarê Serokwezîrê Sûrîyê got: Enqere bi heceta avakirina "navça ewleh" bi dû derxistina penaxwazên sûrî û veguhestina wan bo bakura Sûrîyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 13, 2019 12:00 Asia/Tehran
  • Rawêjkarê Serokwezîrê Sûrîyê: Plana Tirkîyê jibo avakirina

Rawêjkarê Serokwezîrê Sûrîyê got: Enqere bi heceta avakirina "navça ewleh" bi dû derxistina penaxwazên sûrî û veguhestina wan bo bakura Sûrîyê ye.

Rawêjkarê Serokwezîrê Sûrîyê Ebdulqadir Ezûz di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Al Ahdê da herwiha got: Tirkîyê û Amerîkayê vê dawîyê liser damezirandina qaşo Navça Ewleh li bakura Sûrîyê lihev kirin, ev plana Tirkîyê dagirkerane ye û dewleta Şamê wê lihevkirinê binpêkirina serwerîya xwe dizane.

Rawêjkarê Serokwezîrê Sûrîyê herwiha got: Dewleta Tirkîyê pêşî li vegera xwexwestî ya penaxwazên sûrî bo welatê xwe digire û bi dû sûdwergirtina ji wan e.

Ebdulqadir Ezûz herwiha got: Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed ji hemî penaxwazên sûrî xwestîye ku bizvirin welatê xwe û rê nedin ku wekî darê destan werin bikaranînê û bacê ji wan bistînin.

Wî pêgirî kir: Dewleta Sûrîyê fermana hêsankirina vegera penaxwazên sûrî ji welatên Tirkîye, Urdin û Libnanê daye.