Kuştina waliyê xwekivşkirî yê DAIŞ`ê li Idliba Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307184-kuştina_waliyê_xwekivşkirî_yê_daiŞ_ê_li_idliba_sûriyê
Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê li bara kuştina waliyê xwebinavkirî yê koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Idlibê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 12, 2019 12:15 Asia/Tehran
  •  Kuştina waliyê xwekivşkirî yê DAIŞ`ê li Idliba Sûriyê

Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê li bara kuştina waliyê xwebinavkirî yê koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Idlibê agahî da.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya malpera Someiye News`ê, Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê li vê daxûyaniyê destnîşan kir: Du kes ji fermandarên  koma terorîstî ya DAIŞ`ê ku yek ji wan waliyê Idlibê bû li encama pevçûna bi hêzên ewlehiyê yên  Sûriyê hatin kuştin.

 Li gorî vê raporê, ev du serkirdeyên  koma terorîstî ya DAIŞ`ê dema operasyona çûyîna nav malekê li derdora bajarê Selqînê li sînorê Sûriyê û Tirkiyê li rojava Idlibê hatin kuştin.

 Di eynî demê de, sê serkirdeyên koma terorîstî ya Cêyş Ehrarê jî duh li encama pevçûna bi artêşa Sûriyê li başûrê Idlibê hatin kuştin.

 Li gor nûçeyeke din Elî Eyûb wezîrê berevaniyê yê Sûriyê duh ser fermana  Beşar Esed serokkomarê vî welatî seredana bajarokê stratejîk ê El-Hebîtê li derdora bakurê Sûriyê kir.

 Artêşa Sûriyê vê dawiyê piştî pevçûnên giran bi terorîstan re li bakurê parêzgeha Hemahê û başûrê parêzgeha Idlibê, navça Tel Sekîkê, bajarokê Sekîkê û bajarokê El-Hebîtê tam xist bin kontrola xwe.

 Parêzgeha Idlibê, dawîn meqera terorîstan li Sûriyê ye.