ENKS`ê: Tirkîye hewil dide sênaryoya Efrînê li rojhilata Firatê dubare bike
Nunerê Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûrîyê (ENKS) li Herêma Kurdistana Iraqê amajeyî lihevkirina Tirkîye û Amerîkayê têkildarî damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê û rojhilata Firatê kir û got: Tirkîye hewil dide vê carê jî sênaryoya Efrînê li rojhilata Firatê dubare bike.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a KRDNEWS`ê, Nunerê Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûrîyê (ENKS) li Herêma Kurdistana Iraqê Ebdulkerîm Mîranî amajeyî lihevkirina Tirkîye û Amerîkayê têkildarî damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê û rojhilata Firatê kir û got: Em wek ENKS piştgirîyê didin damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê. Ew navça divê di bin çavdêrîya civaka navnetewî da be û ji hêla gelê herêmê xwe va were birêvebirinê. Lê Tirkîye hewil dide dêmogirafîya Kurdistana Sûrîyê biguherîne. Tirkîye hewil dide 5 milyon penaberên sûrî li wan navçana bicih bike lewma hewil dide Navça Aram li rojhilata Firatê were avakirinê.
Wî herwiha got: Tirkîye hewil dide vê carê jî sênaryoya Efrînê li rojhilata Firatê dubare bike. Hela xalên lihevkirina Amerîka û Tirkîyê têkildarî Navça Aram nehatine aşkirakirinê. Talankirin û zevtkirina mal û milkên xelkê li Efrînê, guhertina dêmogirafîyê û kiryarên wekî revandina mirovan, girtin, işkencekirin û kuştina sivîlan careka din dikare li rojhilata Firatê jî dubare bibin. Ev yeka bi tu awayî nayê qebûlkirinê.