Dewama piştgiriya Emerîkayê ji komên çekdar ên kurd li Sûriyê
Emerîkayê bi şandina trimbêlên hilgirê alîkariyên eskerî bo Sûriyê piştgiryê dide komên çekdar ên kurd li vî welatî.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRIB News`ê, û ji zarê Anadolu News`ê, 70 trimbêlên emerîkî ji wan trimbêlên zirixî û kelûmelên kulandin û hefariyê şeva derbasbûyî derbasî navçên di bin kontrola YPG( Yekînên parastina Gel) û PKK li rojhilata Sûriyê bûn.
Şandina alîkariyên eskerî yên Emerîkayê bo kurdên Sûriyê li halekê cih tê ku li çend rojên derbasbûyî rayedarên Enqerê ser cihanîna bi zûtirkê ya operasyona eskerî li rojhilata Firatê bona pêkanîna navça ewleh teqez kirine.
Rayedarên Tirkiyê bi caran bal kişandin ser vê yekê ku piştgiriya çek û sîlehî ya Emerîkayê ji Yekînên Çekdar ên kurd li bakurê Sûriyê mîna piştgiriya ji terorîzmê ye û nerazîbûna xwe li hember vê kiryara Waşengtonê nîşan dane.