Têrorîstan bi hawanê êrişî Heleba Sûrîyê kirin
Tebax 10, 2019 02:59 Asia/Tehran
Çavkanîyên sûrî ragihandin ku têrorîstan bi hawanê êrişî devera Al Azaê ya şarê Helebê kirin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hikûmeta Sûrîyê (SANA), di encama êrişa têrorîstan a bi hawanê ser devera Al Azaê ya şarê Helebê de zarokekî sûrî birîndar bû.
Di encama vê êrişê de herwiha zîyan li maşîn, mal û milkê xelkê devera Al Azaê ket.
Di mehên vê dawîyê de komên têrorîst, piştî işkestên bidûhev himberî Artêşa Sûrîyê, zêdetir ji ber êrişên bi rokêt û hawanan dijî şarên vî welatî bikar tînin.
Di encama wan êrişan de heta nika gellek welatîyên sûrî nemaze jin û zarok hatine kuştinê yan birîndar bûne.