Efrîn- Ji ber teqînekê çend kes bûne qurbanî
Tebax 09, 2019 10:26 Asia/Tehran
Li bajarê Efrînê yê kurdên Sûriyê li bakura rojavayê vî welatî li nêzî navenda terorîstên Feyleq El-Salis ya ser bi Tirkiyê teqîneke bi hêz rû da.
Ajansên herêmî aşkere dikin duh pêncşemê 08-08- 2019an berêvarî li nêzî çerxeriya Kawa ya bajarê Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û terorîstên pê re dagîr bûye, teqîneke bi hêz pêk hat.
Teqîn bi motorsêklêteke bombebarkirî li nêzî bargeheke koma çekdar ya bi navê Feyle El-Salis a bajarê Efrînê teqiya. Herwiha di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.
Heta niha ti rêxistinan ew teqîn li xwe negirtine.