Hikûmeta Sûriyê rêkeftina Tirkiyê û Amerîkayê ya ji bo herêma ewle red dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307053-hikûmeta_sûriyê_rêkeftina_tirkiyê_û_amerîkayê_ya_ji_bo_herêma_ewle_red_dike
Hikûmeta Sûriyê rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ya derbarê “Herêma ewle” de bi yekcarî red dike û hin aliyên Kurdî tometbar dike ku ji projeya dagîrkeriya Amerîkî û Tirkiyê re bûne alav.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 08, 2019 09:47 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Sûriyê rêkeftina Tirkiyê û Amerîkayê ya ji bo herêma ewle red dike

Hikûmeta Sûriyê rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ya derbarê “Herêma ewle” de bi yekcarî red dike û hin aliyên Kurdî tometbar dike ku ji projeya dagîrkeriya Amerîkî û Tirkiyê re bûne alav.

Jêderekî fermî ji Wezareta Derve û Koçberan a Sûriyê ragihand, Sûriye bi yekcarî rêkeftina her du welatên dagîrker ên Amerîka û Tirkiyê ya bi navê “Herêma ewle” red dike. Ew rêkeftin destdirêjiya ser serweriya Sûriyê û yekperçetîya wê û li dijî qanûna navdewletî û belgeyên Netewên Yekgirtî ye.

Heman jêderî ragihand, hin aliyên Kurdî ji projeya dagîrkeriya Amerîka û Tirkiyê re bûne alavek, ew di ber vê rewşa niha de berpirsyar in û divê li siyaseta xwe vegerin û vegerin hembêza Sûriyê û artêşa Sûriyê û berevaniyê di ber serweriya Sûriyê de bikin û yekperçetiya xak û gelê Sûriyê biparêzin.

Herwiha wî jêderî daxwaz ji civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî kir, dagîrkeriya Amerîkî û Tirkiyê şermezar bike û çareseriyekê ji krîza Sûriyê re bibîne.

Di çend rojên bûrî de şandeke leşkerî ya Amerîkî li Enqerê bi berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê re civiyabû, duhî û piştî bidawîbûna civînan jî hate ragihandin ku Amerîka û Tirkiyê li ser avakirina “Herêma ewle” li rojhilatê Firatê lihev kirine.