Di encama teqîna li Tirbêspiyê de 3 zarokan canê xwe ji dest dan
Tebax 07, 2019 12:55 Asia/Tehran
Li kolana giştî ango pêşiya navenda Berîdê ya navçeya Tirbespiyê ser bi Qamişlo erebeyeke bombebarkirî teqiya ku ligorî agahîyên destpêkê 3 zarok bûne qurbanî.
Ajansa Fermî ya Nûçan a hikûmeta Sûriyê, SANA jî ragihandiye, di encama teqîna îro ya li Tirbespiyê de, çend hevwelatiyên sivîl hatine kuştin, ku zarok jî di nava qurbaniyan de ne.Teqîn di saet 11:00`an de qewimî.
Li aliyek din, ligorî rapora Aajansa Nûçan a Fransayê (AFP) jî, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye, diyar kiriye ku di teqînê de 5 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Heta niha ti aliyekî berpirsyariya teqînê nedaye ustîyê xwe.