Li Efrînê serbazekî Tirkiyê û 2 çekdarên alîgirên wî welatî hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306993-li_efrînê_serbazekî_tirkiyê_û_2_çekdarên_alîgirên_wî_welatî_hatin_kuştin
Li Efrînê di êrişekê de li ser rêbendeke leşkerî, leşkerekî artêşa Tirkiyê û 2 çekdarên grûpên ser bi wê ve hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2019 07:42 Asia/Tehran
  • Li Efrînê serbazekî Tirkiyê û 2 çekdarên alîgirên wî welatî hatin kuştin

Li Efrînê di êrişekê de li ser rêbendeke leşkerî, leşkerekî artêşa Tirkiyê û 2 çekdarên grûpên ser bi wê ve hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan diyar kir, hejmarek çekdarên nenas bi gulle û narincokan êrişî rêbenda hevbeş a leşkerên Tirkiyê û çekdarên (terorîstên) ser bi Tirkiyê ya di navbera gundê Basûtê û bajarokê Cindirêsê de kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama êrişê de leşkerekî artêşa dagîrker a Tirkiyê û 2 çekdar hatin kuştin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re da zanîn, şeva borî topxana Tirkiyê jî ji nava Efrînê ve herêma Şehbayê ku xelkê sivîl li wir in da ber topan.