Li Babê teqîn: Serçete hate kuştin
Duh li nêzî dibistana El-Muhedese ya bakurê bajarê Babê ku ji hêla terorîstên ser bi Tirkiyê û artêşa vî welatî ve hatiye dagirkirin, erebeya serçeteyê Feyleq El-Şam bû hedef teqînekê ku di encamê de ev serçeteyê bi navê Ebû Ebdo Ensarî hate kuştin û sê hevalên wî jî bigiranî birîndar bûn.
Li hemû herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, rewşa tevlihevî û bêewlehiyê heye û piraniya rojan teqîn lê rû didin.
Li gorî agahiyên destpêkê ku çavkaniyên herêmî ji ajansa Hawarê re ragihandine, li bajarê Babê di encama teqînekî de Ebû Ebdo Ensarî ku serçeteyê Feyleq El-Şam e û bi eslê xwe ji Humisê ye, hate kuştin. Her wiha 3 kesên pê re jî birîndar bûn.
Heta niha tu aliyan berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.
Di 29`ê Tîrmehê de şêniyên Babê li dijî dagirkeriya Tirkiyê daketibûn qadan.