Amerîka 300 kamyonên tijî çek ji YPG re şandin bakura Sûriyê
Amerîka li gaveke nû karwaneke 300 kamyonî çek û sîlah ji Yekîneyên Parstina Gel (YPG) şandin qmişloyê li bakura Sûriyê.
KRD Newsê ragihand li gor zanyariyên ku çavkaniyên herêmê didin, Amerîka ji bo piştgiriya ji HSD û YPGê li hemberî gefên Tirkiyê li gaveke nû karwaneke 300 kamyonî çek û sîlah şandin qmişloyê li bakura Sûriyê.
Ev karwan bi şev derbasî Kurdistana Sûriyê bûye û gihêştiye bajarê Qamişlo li ser sînorê hevpar ê Sûriye û Tirkiyê. Ev karwan li Nusibînê ya wilayeta Mêrdîna Tirkiyê jî ku nêzîkî Qamişloyê ye, hatiye dîtin.
Tê gotin ji bilî çek û sîlahên sivk û giran barê din ên van kamyonan depoyên ardû û mazotê jî bûye.
Hêjayê gotinê ye hevdemê gefên Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê û rojhilata Firatê, Amerîka piştgiriya xwe ji HSDê û YPGê zêde kiriye.