Nûnerê hertimî yê Sûriyê di NY da: Tirkiye lihevkirinên Astaneyê binpê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306919-nûnerê_hertimî_yê_sûriyê_di_ny_da_tirkiye_lihevkirinên_astaneyê_binpê_dike
Bişar Ceferî, Nûnerê hertimî yê Sûriyê di NY da û nûnerê dewleta navendî ya Sûriyê li gotûbêjên Astaneyê di axaftinekê da tevî amajeya bi babetên hilêxistî di dora sêzdehem a gotûbêjên Astaneyê da got: Tirkiyê lihevkirinên Astaneyê binpê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 03, 2019 12:28 Asia/Tehran
  • Nûnerê hertimî yê Sûriyê di NY da: Tirkiye lihevkirinên Astaneyê binpê dike

Bişar Ceferî, Nûnerê hertimî yê Sûriyê di NY da û nûnerê dewleta navendî ya Sûriyê li gotûbêjên Astaneyê di axaftinekê da tevî amajeya bi babetên hilêxistî di dora sêzdehem a gotûbêjên Astaneyê da got: Tirkiyê lihevkirinên Astaneyê binpê dike.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Hawar Newsê, Bişar Ceferîyê Nûnerê dewleta navendî ya Sûriyê di gotûbêjên Astaneyê da got: Çaverêtiya me ji aliyên di vê gotûbêjê da bi taybet Tirkiyê cihhatina tam û têkûz a wan raman û fikran e ku di van gotûbêjan da li ser wan hevhatin pêk hatiye. Tirkiye soz daye ku lihevkirinên Astane û Sûçiyê cih bîne, lê tevî berpirsiyariyên ku daye ser milê xwe, tu yek ji an cih neaniye û lihevkirinên Astaneyê binpê dike.

Nûnerê hertimî yê Sûriyê di NY da got: Tirkiyê zêde ji 10 hezar hêzên çekdar li nax axa Sûriyê bi cî kirine. Wî got: Hêzên çekdar ên Tirkiyê 166 tank şandine nav axa Sûriyê. Di rastiyê da hêzên Tirkiyê bi bicîbûna berfireh li nav axa Sûriyê bûne sebeba binpêbûna gotûbêjên Astaneyê. Tirkiyê li nav axa Sûriyê di dibidtanan da zimanê Tirkî hînî sûriyan dike û desteyeke Tirkî li ser Sûriyan sepandiye û berhemên kevnare û entîke yên Sûriyê didize û talan dike.

Ceferî li bara mijara idlibê jî tevî rexneya ji rola Tirkiyê got: Biryara Agirbesê li Idlibê dê ji hêla Tirkiyê ve wek Ezmûnekê be. Agirbesa li Idlibê girêdayî bi jiçekirina têrorîstan li vê navçeyê û cihanîna hevhatinên Astane û Sûçiyê ji aliyê Tirkiyê va ye.