Amerîkayê ji YPG`ê re alîkariyên leşkerî şandin
Piştî zêdebûna gefên Tirkiyê û ihtimala êrîşeke leşkerî li dijî YPG`ê, Amerîkayê karwanekî din ê leşkerî bo piştgirîya ji HSD`ê û YPG`ê şande bakura Sûrîyê.
Zêrevana Mafên Mirovan a Sûrîyê ji zarê Ajansa Nûçan a DHA ya Tirkiyê ragihand ku ew karwanê alîkarîyên Amerîkayê ji derdora 300 wesayîtan pêk dihat û wesayîtên barhilgir, kamyonet û tankerên sotmemeniyê tê de hebûn, bi rêya deriyê sînorî yê Sêmalka yê di navbera bakura Iraqê û Sûrîyê de derbasî Qamişlo bû.
Li gor heman çavkaniyê veguhastina wî karwanê leşkerî ji Nisêbîna Tirkîyê va jî hate dîtin û dîmenên vîdyoyî yên karwanê hatine tomarkirin.
Nunerê Taybet ê Serokomarê Amerîkayê Di Karên Sûrîyê de James Jeffrey îro gotibû ku ``em pêbendê sozên xwe ne ku nehêlin êrişî HSD`ê were kirin û zîyan li wan hêzana bikeve ku digel me têdikoşin. Serokomarê Amerîkayê jî bi aşkirayî pêgirî ser vê meseleyê kirîye.``