Sûrîye: 3 deverên din li Parêzgeha Hemayê hatin azadkirinê
Tebax 02, 2019 05:51 Asia/Tehran
Artêşa Sûrîyê duh karî sê deverên din li Parêzgeha Hemayê li rojavaya wî welatî ji lepên têrorîstan azad bike.
Artêşa Sûrîyê duh karî sê deverên Hesraya, Xelîfat û girikên Seyrtîlê li Parêzgeha Hemayê li rojavaya wî welatî ji lepên têrorîstan azad bike.
Di encama wê opêrasyonê de hejmarek têrorîstên Cebhet ul Nusrê hatin kuştinê yan birîndar bûn.
Hêzên Artêşa Sûrîyê roja Çarşemê jî karîn deverên Ezîzîye û Rêyê li Parêzgeha Hemayê ji lepên têrorîstan azad bikin.