Dewleta Şamê û dijberên wê êxsîr veghortin
Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê ragihand: Hin dîl di navbera delweta Sûrîyê û hêzên dijberê wê di çarçova demajoya Muzakirên Astanê de bi awayekî hevgav hatin veghortin.
Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di daxûyanîyekê de ragihand: Çaremîn proja ku ligorî Komxebata Azadkirina Êxsîran, Veghortina Meytan û Kivşkirina Çarenpsa Bêserûşûnan di navbera Tirkîye, Ûrsêt û Komara Islamî ya Îranê û di çarçova Muzakirên Astanê de cih hatîye û ligorî wê hin kesên ku ji hêla hêzên dewleta Sûrîyê û hêzên dijberî wê va hatibûn girtinê, di 31`ê Tîrmehê de bi awayekî hevgav li devera Ebûzindanê li Al Babê hatin veghortinê.
Karê vê komxebatê yê berdewam be.
Şayanî gotinê ye ku cara yekem di 24`ê Mijdara sala 2018`n de her du alîyan êxsîr veghortin û carên duyem û sêyem jî di 12`ê Sibatê û 22`yê Nîsanê de pêk hatin.