Dewra 13`an a Muzakirên Astanê yê îro destpê bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306851-dewra_13_an_a_muzakirên_astanê_yê_îro_destpê_bibe
Wezareta Karên Derve ya Kazaqistanê, di daxûyanîyekê da ragihand ku îro dê gera 13`an a Muzakirên Astanayê di derbarê rewşa Suriyê de, bi amadebûna nûnerên hikumeta Suriyê, Opozisyona wê, û desteyên welatên beşdar, destpê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 01, 2019 07:40 Asia/Tehran
  • Dewra 13`an a Muzakirên Astanê yê îro destpê bibe

Wezareta Karên Derve ya Kazaqistanê, di daxûyanîyekê da ragihand ku îro dê gera 13`an a Muzakirên Astanayê di derbarê rewşa Suriyê de, bi amadebûna nûnerên hikumeta Suriyê, Opozisyona wê, û desteyên welatên beşdar, destpê bike.

Di dewama daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Qazaqistanê de hatîye ku Nunerê NY Di Karên Sûrîyê da Gêir Pêdersen ji ber pirsgirêkên tendirustiyê di vê gerê de, amade nabe.

Ligorî rapora Rrojnameya el Wetenê jî, desteya hikumeta Sûrîyê bi serokatîya Nunerê vî welatî li NY Bişar Ceiferî ber bi paytexta Kazaxistanê şarê Nur Sultanê ve bi rê ketiye.

Di dewama daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Qazaqistanê de hatîye ku eva cara yekem e ku nûnerên Iraq û Lubnanê jî dê wekî çavdêr, di hevdîtinan de beşdar bibin.

Di dewra 13`an a Muzakirên Astanê de, alûgurên herîdawîyê yên Sûrîyê nemaze rewşa Idlibê, pêngavên bê jibo qahîmkirina pêbawerîyê di navbera alîyên gêreyê de û pêşdebirina demajoya sîyasî ya Sûrîyê ji wan meseleyên têkildarî pêkanîna û destbikarbûna Komîteya Destûra Bingehîn a vî welatî dê bên hilkolandin.