NY: Di pevçûnên vê dawîyê li Idlibê de, 17 gund tam hatine kavilkirinê
Alîkarê Sêkrêtêrê Gişt NY Di Karên Mirovdostîyê de amajeyî alûgurên herîdawîyê li Idlibê kir û got: Di pevçûnên vê dawîyê li Idlibê de, 17 gund tam hatine kavilkirin û valakirinê.
Ligorî rapora NTV`yê, Alîkarê Sêkrêtêrê Gişt NY Di Karên Mirovdostîyê de Mark Lokok di axavtinekê da amajeyî alûgurên herîdawîyê li Idlibê kir û got: Di pevçûnên vê dawîyê li deverên bê gêre, anegorî wêneyên ku setlaytan hilgirtine, 17 gund tam hatine kavilkirin û valakirinê.
Wî di dewamê de amajeyî dewama pevçûnan li deverên bê gêre li Idlibê kir û got: Tevî hişyarîdayînên NY, êrişên ser dibistan, nexweşxane û welatîyên sivîl li Idlibê didomin. Endamên koma têrorîst a Tehrîr ul Şamê li şarê Idlibê belav bûne û li deverên ku ew têrorîstana bi cih bûne, pêka her têrorîstekî 100 welatîyên sivîl dijîn.
Civata Ewlehîyê ya NY jî heta nika guh nedaye peymanên di vî warî de û himberî pevçûnên di wan 90 rojan de bêdeng mane.