NY: Bi hezaran kesî ji Idlibê bera xwe dane sînorên Tirkîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306787-ny_bi_hezaran_kesî_ji_idlibê_bera_xwe_dane_sînorên_tirkîyê
Berdevkê Sêkrêtêrê Gişt NY di axavtinekê de amajeyî alûgurênb herîdawîyê yên li Idlibê kir û got: Bi dû dewama pevçûnan li deverên aram li Idlibê, bi hezaran kes ji niştecihên wê herêmê bera xwe dane sînorên Tirkîyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 30, 2019 12:03 Asia/Tehran
  • NY: Bi hezaran kesî ji Idlibê bera xwe dane sînorên Tirkîyê

Berdevkê Sêkrêtêrê Gişt NY di axavtinekê de amajeyî alûgurênb herîdawîyê yên li Idlibê kir û got: Bi dû dewama pevçûnan li deverên aram li Idlibê, bi hezaran kes ji niştecihên wê herêmê bera xwe dane sînorên Tirkîyê.

Ligorî rapora Rojnama Cimhuriyet çapa Tirkîyê, Berdevkê Sêkrêtêrê Gişt NY, Ferhan Heq got: Pevçûnên li bakura rojavaya Sûrîyê giran bûne û dilgiranîyeke kûr derbarê ewlehîya canê 3 milyon niştecihên wê herêmê heye. Di 4 hefteyên vê dawîyê li Idlibê de, 500 kes di encama pevçûnan de hatine kuştinê. 7 dibistan û nexweşxaneyek jî bûn armanca êrişan û pêrgî zîyanê bûne.

Şayanî gotinê ye ku destpêbûna pevçûnan û demajoya çûyîna penaxwazan ber bi sînorên Tirkîyê ve mijarek e ku Tirkîyê di yeksala buhurî de gellekî hewil da ku pêşîya wê bigire.

Rêketinama Soçîyê ku di navbera Tirkîye û Ûrsêtê bi vê meremê hatîye wajokirinê û ligorî alûgurên vê dawîyê yên li Idlibê, wer xûya dike ku plana Tirkîyê li vî şarê istiratêjîk pêrgî işkestê bşne.