Welîd Muelim: ``Hêzên bîyanî divê terka Sûrîyê bidin``
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306760-welîd_muelim_hêzên_bîyanî_divê_terka_sûrîyê_bidin
Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê got: "Hêzên bîyanî yên ku bi awayekî neqanûnî derbasî vî welatî bûne, divê terka Sûrîyê bidin".
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 29, 2019 14:16 Asia/Tehran
  • Welîd Muelim: ``Hêzên bîyanî divê terka Sûrîyê bidin``

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê got: "Hêzên bîyanî yên ku bi awayekî neqanûnî derbasî vî welatî bûne, divê terka Sûrîyê bidin".

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê Welîd Muelim herwiha got: Rewşa Sûrîyê anegorî sala buhurî gellekî baştir bûye û bilî hin deverên taybet, Artêşa Sûrîyê li hemî axa welêt serdest e.

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê di vî halî de bi gotina wê yekê ku xetera têrorîsmê hela jî gefan li bakura rojava û bakura rojhilata Sûrîyê dike, dîyar kir: "Dewlet jibo derketina hêzên bîyanî yên ku bi awayekî neqanûnî li Sûrîyê bicih bûne, hewil dide".

Welîd Muelim, ``têrorîsm`` pirsgirêka hemî welatên cîhanê zanî û got ku diqewime ew dîyardeya şûm welatên din jî bigire ber xwe lewma, divê civaka cîhanî piştgirîyê bide hewildanên Sûrîyê yên di çarçova têkoşîna dijî têrorîsmê de.