Geştlêdana hevpar a hêzên Artêşa Sûriya Demokratîk-Hevalbendiya navneteweyî li Serêkaniyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306752-geştlêdana_hevpar_a_hêzên_artêşa_sûriya_demokratîk_hevalbendiya_navneteweyî_li_serêkaniyê
Hêzên Artêşa Sûriya Demokratîk bi hêzên hevalbendiya navneteweyî li dijî DAIŞ`ê re li navça Serêkaniyê ser bi Kantona Hesekê dest bi geştlêdanê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 29, 2019 13:01 Asia/Tehran
  • Geştlêdana hevpar a hêzên Artêşa Sûriya Demokratîk-Hevalbendiya navneteweyî li Serêkaniyê

Hêzên Artêşa Sûriya Demokratîk bi hêzên hevalbendiya navneteweyî li dijî DAIŞ`ê re li navça Serêkaniyê ser bi Kantona Hesekê dest bi geştlêdanê kirin.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Hawar News`ê bi nûçeyekê raghand: Hêzên artêşa Demokratîka Sûriyê bi hêzên hevalbendiya navneteweyî li dijî DAIŞê re li navça Serêkaniyê ser bi kantona Hesekê geştlêdaneka hevpar a eskerî destpê kirine.

Hêzên Artêşa Sûriya Demokratîk-Hevalbendiya navneteweyî ewilî bi geştlêdana li nav Serêkaniyê ku di bin kontrola Hêzên Artêşa Sûriya Demokratîk de ye li gundên derdora Serêkaniyê jî dest bi geştlêdan û kontrolkirina ewlehiya vê navçê kirine.

 Plana  dubare ya geştlêdanên eskerî ji aliyê hevalbendiya navneteweyî bi serokatiya Emerîkayê bi hêzên kurd-ereb ên artêşa Sûriya Demokratîk hevgavê cidîtirbûna dubare ya  plana operasyona  eskerî ya artêşa Tirkiyê , ger li bara  pêkanîna  navça navbir li rojhilata firatê li hev nekin, dikare peyamên curbicur bo aliyên peywendîdar li bakurê Sûriyê hebe.