Teqîna têrorîstî li bajarê Efrîna Sûriyê
Ji ber teqîna bombeya danandî li motorsîklitekê li bajarê Efrînê li parêzgeha Heleba Sûriyê, zarokek hat kuştin.
Li gorî rapora IRNAyê, Ev teqîn roja Yekşemiyê li bajaroka Mehmûdiyê ya Efrînê qewimî û di encamê da 10 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên nexweşxaneyê li Efrînê ragihandin ku li gorî xedarbûna rewşa birîndaran, renge hejmara kuştiyan zêdetir bibe.
Heta niha tu komekê berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ustiyê xwe.
Artêşa Tirkiyê 20ê Çileya sala 2017an bi destdirêjiya ser axa Sûriyê bi hevkariya digel têrorîstên nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê, êrîşa bi navê "Çiqla Zeytûnê" li navçeya Efrînê li bakurê Sûriyê dest pê kir û ji wê demê va hin navçeyên axa Sûriyê dagir kirine.
Dewleta Sûriyê bi caran bi daxûyaniyê cûrbicûr kiryarên Tirkiyê yên êrîşên leşkerî li Efrîn û deverên din ên Sûriyê wek Dagirkerî daye zanîn û daxwaza bidawîhatina vê hebûna neqanûnî kiriye.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê, her wiha bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.