Teqîna Xwekujiyê li Derayê bû sedema mirina 6 serbazên sûrî
Tîrmeh 28, 2019 05:17 Asia/Tehran
Çavkaniyên sûrî ragihandin ku di encama teqîneke xwekujiyê li devera Melîhe El-Eteş li derdora parêzgeha Derayê ya başûrê Sûriyê 6 serbazan can dan.
Ajansa Fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku terorîstekî bi xweteqandina li ber qerqola lêgerînê ya devera Melîhe El-Eteş li derdora parêzgeha Derayê ya başûrê Sûriyê 6 serbazan can dan û gelek kesên din jî birîndar bûn.
Piştî têkçûna koma DAIŞê li Sûriyê û Iraqê şaneyên veşarî ya vê koma terorîstî li van du welatan car caran dest davêjin kiryarên terorîstî yên întihharî, vê koma terorîs van mehên dawiyê li Sûriyê kiryarên xwe yên terorîstî yên bê hedef li Sûriyê zêde kirine ku di encama van kiryaran piranî xelkê sivîl ji wan jin û zarok dibin qurbanî.