Partiyên Bakur û rojhilata Sûriyê Tirkiye hişyar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306667-partiyên_bakur_û_rojhilata_sûriyê_tirkiye_hişyar_kirin
Partî û komên siyasî li bakur û rojhilata Sûriyê li bara her cûre êrîşa leşkerî ya Tirkiyê ser vê navçeyê hişyarî dan û ragihandin ku ev karê Enqerê dê careke din nearamî, kuştin û wêraniyê vegerîne Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 27, 2019 03:48 Asia/Tehran
  • Partiyên Bakur û rojhilata Sûriyê Tirkiye hişyar kirin

Partî û komên siyasî li bakur û rojhilata Sûriyê li bara her cûre êrîşa leşkerî ya Tirkiyê ser vê navçeyê hişyarî dan û ragihandin ku ev karê Enqerê dê careke din nearamî, kuştin û wêraniyê vegerîne Sûriyê.

25 partiyên siyasî yên Bakurê rojhilata Sûriyê bi daxûyaniyeke hevpar ragihandin ku Tirkiye bi sedemên pûç û bêbingeh gefên xwe jibo êrîşa li ser hin navçeyên bakurê rojhilata Sûriyê zêde kirine û hewil dide ku şert û mercên xwe jibo pêkanîna navçeyeka Ewleh li sînorê digel Sûriyê bisepîne. Van partuiyên Sûrî daxwaza berxwegirtina tevdîrên lazim jibo sekinîna li hemberî her cûre destdirêjiya ihtimalî ya artêşa Tirkiyê kirine.

Di daxûyaniya partî û komên siyasî yên bakurê rojhilata Sûriyê da her wiha hatiye ragihandin ku êrîşa Tirkiyê li ser van navçeyan dê bibe sebeba bê ewlehî û nearamiyê û qeyrana Sûriyê lihevalyayîtir bike û dê bakurê rojhilata vî welatî bibe navçeyeka nearam.

Di dewama vê daxûyaniyê da hatiye: Êrîşa Tirkiyê dê bibe sebeb ku bakur û rojhilata Sûriyê bibe dergehek jibo kuştin û wêranbûna dubare ya welêt û hemî hewildanên navneteweyî jibo bidestxistina rêkara Siyasî dê lawaz bike.

Van partî û komên siyasî hêvîdarî kirin ku hewildanên navneteweyî bikarin rê li ber van gefan bigirin da ku atmosfereke munasib jibo destpêbûna gotûbêjên ciddî û veguhestina siyasî ya rasteqîn were dabînkirin û bi beşdariya tevahiya komên siyasî û medenî yên Sûriyê pêşeroja demokrasiya welêt were misogerkirin.

Rayedarên Tirkiyê di rojên dawiyê da ragihandine ku bi alîkariya Amerîkayê li dû pêkanîna navçeyeke ewleh li bakurê rojhilata Sûriyê ne û bi caran gef xwarine ku eger ev navçe pêk neyê, ewê êrîşa leşkerî ser vê navçeyê bikin.

Artêşa Tirkiyê 20ê Çileya sala 2017an bi destdirêjiya ser axa Sûriyê bi hevkariya digel têrorîstên nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê, êrîşa bi navê "Çiqla Zeytûnê" li navçeya Efrînê li bakurê Sûriyê dest pê kir û ji wê demê va hin navçeyên axa Sûriyê dagir kirine.

Dewleta Sûriyê bi caran bi daxûyaniyê cûrbicûr kiryarên Tirkiyê yên êrîşên leşkerî li Efrîn û deverên din ên Sûriyê wek Dagirkerî daye zanîn û daxwaza bidawîhatina vê hebûna neqanûnî kiriye.