Grubên çekdar li Efrînê dixtorek û 5 hemwelatiyên din revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306606-grubên_çekdar_li_efrînê_dixtorek_û_5_hemwelatiyên_din_revandin
Terorîstên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê 6 welatiyên kurd ên Efrînê revandine ku di nava wan de dixtorek jî heye û li hember berdana wî daxwaza 3 hezar Dolaran kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 25, 2019 08:56 Asia/Tehran
  • Grubên çekdar li Efrînê dixtorek û 5 hemwelatiyên din revandin

Terorîstên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê 6 welatiyên kurd ên Efrînê revandine ku di nava wan de dixtorek jî heye û li hember berdana wî daxwaza 3 hezar Dolaran kirine.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, bêdengiya Tirkiyê ya derbarê revandina welatiyan û dizî û talankirina mal û heyiya xelkê Herêma Efrînê berdewam e û di vê çarçovê de çekdaran 6 welatî ji wan dixtorekî Kurd ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê revandine.

Navenda hanê herwaha ragehand, terorîstên hanê bi hevjîna wî dixtorî ku koçberî Ewropayê bûye pêwendiya telefonê çê kirine û li hember berdana wî, ji hevjînê wê daxwaza 3 hezar Dolar pare kirine. Rewangeha Sûrî diyar kir, grubên çekdar 5 welatî ji gundên Anqele û Senarê yên navçeya Cindirêsê revandine û ber bi cihekî ne diyar ve birine.

Berî naha jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, li Efrînê bêhtir ji 2 hezar welatiyên sivîl ji aliyê grubên çekdar ve hatine revandin û hîna çarenivîsa gelek ji wan ne diyar e.

Terorîstên ser bi Tirkiyê wan kar û cinayetên xwe li dijî kurdên Sûriyê di rewşekê de didomînin ku welatên dewekarê berevaniya mafê mirovan bi taybetî Amerîka ku xwe piştgirê kurdên Sûriyê dide nasandin, xwe li ber wan bê deng kirine.