Bişar Ceferî: Azadkirina Golanê hema wisa mijara sereke ya siyaseta Sûriyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306576-bişar_ceferî_azadkirina_golanê_hema_wisa_mijara_sereke_ya_siyaseta_sûriyê_ye
Nûnerê hertimî yê Sûriyê di Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) da roja Sêşemiyê tevî pêgiriya li ser vêya ku Golan beşeka cudanebûyî ji axa Sûriyê ye, got: "Azadkirina Golanê hema wisa mijara sereke ya siyaseta derveyî ya Sûriyê ye".
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 24, 2019 06:16 Asia/Tehran
  • Bişar Ceferî: Azadkirina Golanê hema wisa mijara sereke ya siyaseta Sûriyê ye

Nûnerê hertimî yê Sûriyê di Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) da roja Sêşemiyê tevî pêgiriya li ser vêya ku Golan beşeka cudanebûyî ji axa Sûriyê ye, got: "Azadkirina Golanê hema wisa mijara sereke ya siyaseta derveyî ya Sûriyê ye".

Li gorî rapora IRIB Newsê, Bişar Ceferî, Nûnerê hertimî yê Sûriyê di Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) da di civîna Konseya Ewlehiyê li bara rewşa Rojavaya Asyayê got: "Israîl kiryarên xwe yên bi armanc jibo serdestiya ser erd û heyitiyên Golana dagirbûyî û destdirêjiyên xwe ser Sûriyê bi armanca piştgiriya ji komên têrorîst didomîne".

Nûnerê hertimî yê Sûriyê di Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) da her wiha got: Dewama dagirkirina erdên erebî ji aliyê Israîlê va pirsgirêka herî bitalûke jibo hitbar û bingehên mafên navneteweyî ye.

Cefrî di vê civînê da daxwaza bidawîhatina dagirkeriya Rêjîma Siyonîst li erdên erebî kir û destnîşan kir: Înkarkirina mafên gelê Filistînê û pêşîgirtina ji vegeriyana Golana dagirbûyî bo welatê xwe yê sereke ji hokarên pêkhatina kêşeyan li rojavaya Asyayê ne.

Rêjîma Siyonîst sala 1967an, derdroa hezar û 200 Kîlomitrên Çarkunc ji axa Sûriyê li bilindahiyên Golanê dagir kir û piştî demekê ev navçe li erdên dagirbûyî zêde kir. Civata Navneteweyî tu wextî ev zêdekirin bi fermî nas nekiriye.