Serokomarê Sûrîyê: Welatên rojavayî pirrcûrîya civakî ya Sûrîyê kirine armanc
Serokomarê Sûrîyê got: Welatên rojavayî hewil didin hevdengî û hevgirtina civaka Sûrîyê ji nav bibin.
Ligorî rapora ROjanama Al Watan çapa Şamê, Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed amajeyî hewildanên welatên rojavayî jibo ku pirrcûrîya civaka vî welatî veguherînin bêtifaqî û nefretê kir û got: Berfirekirina çanda ``gotûbêjê`` rêkara sekinîna vê hewildana welatên rojavayî ye.
Bişar Esed ``berfirekirina pişkdarîya gelanî`` wekî mercê bidestxistina lihevkirina berfiretir û pêşketina biarmanc a nizamê zanî û pêgirî ser parvekirina desthilat û rêvebirîyê ser bingeha mêkanîzm û iqûlên kivş kir.
Serokomarê Sûrîyê derbarê bikaranîna peyvên wekî ``nasyonalîsma erebî`` û ``tundrêtîyên curbicur`` ji hêla dijminan ve derbarê civaka vî welatî da hişyarî da û got: Rola Partîya Beisê û sazîyên gelanî di sekinîna himberî wan komployan da bibandor e.