Hevalbendiya emerîkî êrişî Dêrazora Sûriyê kir, 15 sivîl hatin kuştinê
Tîrmeh 16, 2019 12:14 Asia/Tehran
Balefirên cengê yên hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê bi bombebarana gundekî li rojhilata parêzgeha Dêrazora Sûriyê, 15 kesên sivîl kuştin.
Li gorî rapora Al-Alamê, hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê îro sêşemiyê bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi operasyona Hêlîbornê li derdora gundê El-Tekîhiyê li rojhilata parêzgeha Dêrazorê ew navça bombebaran kirin.
Li gorî vê raporê, endamên hevalbendiya emerîkî îdia kirin ku bi vê operasyonê dixwestin fermandeyekî koma terorîst a DAIŞ`ê bigrin.
Hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê ji sala 2014`an bi mehna rawestana li ber DAIŞ`ê û bêyî îzna dewleta Sûriyê li vî welatî pêk hat û di vê midehê de bûye sedema kuştin û birîndarbûna gelek ji xelkê sivîl ê sûrî.