Êrîşa bi roketan a têrorîstan li ser Heleba Sûriyê
Têrorîstan berbanga Sêşemiyê navçeyên Hemdaniye û E'zemiyê yên bajarê Helebê li bakurê Sûriyê dane ber êrîşên bi roketan.
Li gorî rapora IRIB Newsê, D van êrîşan da herîkêm welatiyekî sivîl ê sûrî hat kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Ji ber van êrîşan her wiha hin ziyan û xisar li erebe, mal û binavahiyên gelemperî yên taxên Hemdaniye û Ezemiyê ketin.
Di mehên dawî da komên têrorîst piştî têkçûnên li pey hev li hemberî artêşa Sûriyê, zêdetir ji berê êrîşên bi roket û topên hawanê li ser bajarên vî welatî pêk anîne.
Li pey van êrîşan, hejmareke zêde ya welatiyên sûrî bi taybet jin û zarok hatine kuştin an birîndar bûne.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê, her wiha bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin. Komên din ên têrorîst jî di halê têkçûnê da ne.