Bişar Esed: Sûriye li hemberî gefên Amerîkayê li kêleka Îranê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306283-bişar_esed_sûriye_li_hemberî_gefên_amerîkayê_li_kêleka_Îranê_ye
Serokomarê Sûriyê li ser piştevaniya Şamê ji Têhranê li hemberî gefên Aemrîkayê teqez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 15, 2019 12:32 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: Sûriye li hemberî gefên Amerîkayê li kêleka Îranê ye

Serokomarê Sûriyê li ser piştevaniya Şamê ji Têhranê li hemberî gefên Aemrîkayê teqez kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Bişar Esedê serokomarê Sûriyê roja Duşemiyê di hevdîtina bi Hisên Emîrevdillahiyan, Destyarê taybet ê Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê li warê navneteweyî da li Şamê got: Sûriye li hemberî gef û tevgerên neqanûnî yên Amerîkayê dijî gelê Îranê, piştra Têhranê digire.

Hisên Emîrevdillahiyan jî di vê hevdîtinê da siyasetên Komara Îslamî ya Îranê jibo piştevaniya ji berjewendiyên gelê xwe li hemberî siyasetên dijminane yên dewleta Amerîkayê rave kirin.

Pêwendiyên dualî navbera Sûriye û Îranê, têkoşîna dijî têrorîsmê û rewşa navçeyê ji mijarên herî girîng ên gotûbêja navbera serokomarê Sûriyê û Destyarê taybet ê Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê li warê navneteweyî da bûn.