Niştecihên Babê dijî leşkerên Tirkîyê daketin kolanan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306246-niştecihên_babê_dijî_leşkerên_tirkîyê_daketin_kolanan
Gelê şarê Babê bi xwenîşandanekê nerazîbûna xwe himberî bicihbûna hêzên Tirkîyê û çeteyên ser bi Enqerê li wî şarî nîşan da û xwest ku ew ji Al Babê derkevin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 14, 2019 11:23 Asia/Tehran
  • Niştecihên Babê dijî leşkerên Tirkîyê daketin kolanan

Gelê şarê Babê bi xwenîşandanekê nerazîbûna xwe himberî bicihbûna hêzên Tirkîyê û çeteyên ser bi Enqerê li wî şarî nîşan da û xwest ku ew ji Al Babê derkevin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, niştecihên şarê Babê bi xwenîşandanekê nerazîbûna xwe himberî bicihbûna hêzên Tirkîyê û çeteyên ser bi Enqerê li wî şarî nîşan dan û xwestin ku ew ji Babê derkevin.

Gelê Babê li Taxa Şêx Eqîl civîna û dijî bicihbûna leşkerên Tirkîyê li wî şarî dest bi meşê kir û bera xwe da baregeha leşkerên Artêşa Tirkîyê li Babê ku hêzên ewlehîyê û çeteyên ser bi Enqerê pêşî li xwenîşanderan girtin.

Xwenîşanderan ragihandin ku hêzên leşkerî jibo avakirina baregeha leşkerî li Taxa Şêx Eqîlê dest bi zevtkirin û talankirina malên xelkê kirine.