Bombebarana baregehên têrorîstan li parêzgehên Idlib û Hemaha Sûriyê
Firokeyên şêrr ên Sûriye û Rûsiyê roja Îniyê bi operasiyoneke hevpar baregehên têrorîstên Bereya Nusreyê li parêzgehên Idlib û Hemahê dane ber bombeyan.
Li gorî rapora Al Alamê, Ji ber vê bombebaranê bi sedan kes ji têrorîstan hatin kuştin.
Parêzgehên Idlib li bakur û Hemah li rojavaya Sûriyê dawîn navendên têrorîstan li vî welatî ne.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê, her wiha bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.