Rawestana artêşa Sûriyê li hember êrişên têrorîstan ên bi rokêt û mûşekan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306181-rawestana_artêşa_sûriyê_li_hember_êrişên_têrorîstan_ên_bi_rokêt_û_mûşekan
Hêzên Berevaniya Hewayî yên artêşa Sûriyê êrşên rokêtî yên komên terorîst ji navça bê çek li dijî navçên xelknişîn li derdora bakurê Hemahê ku bûn sedema birîndarbûna heft kesên sivîl, bê encam kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 12, 2019 12:08 Asia/Tehran
  • Rawestana artêşa Sûriyê li hember êrişên têrorîstan ên bi rokêt û mûşekan

Hêzên Berevaniya Hewayî yên artêşa Sûriyê êrşên rokêtî yên komên terorîst ji navça bê çek li dijî navçên xelknişîn li derdora bakurê Hemahê ku bûn sedema birîndarbûna heft kesên sivîl, bê encam kirin.

 Li gorî rapora Sputnik`ê, komên  terorîstî yên çekdar bajarokê Kernazê vê sibê bi çend rokêtan navçên xelknişîn û malên welatiyên  sûrî li Rîfa Hemahê dan ber êrişan ku li encama wê heft ksên sivîl birîndar bûn.

Her wiha li encama  girtina çen rokêtan li bajarokê El-Şêx Hedîdê li Hemahê kesekî sivîl jî birîndar bû.

 Li gor nûçeyeke din li encama  avêtina sê mûşekan ser malên xelknişîn li derdora Lazqyê, ajêrên xeterê hatin lêxistin.

 Sîstema  berevaniya hewayî ya Sûriyê bi şopandina du êrişên  li dû hev a balefirên bê pîlot, beriya her cure kiryarekê, ew têk birin.

  Tevî serketina  artêşa Sûriyê li azadkirina  piraniya navçên  vî welatî ji lepên terorîstan, hîn jî hinek komên  terorîstî li hin beşên Sûriyê de hene û navçên  xelknişîn didin ber êrişan.