Têrorîstên ser bi Tirkîyê revandina welatiyên Efrînê didomînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306073-têrorîstên_ser_bi_tirkîyê_revandina_welatiyên_efrînê_didomînin
Grûpên têrorîst ên ku Tirkîye pişta wan digire, li Efrînê êrişî gundê Şîtkayê ser bi navçeya Mabeta ve kirin û di encama lêgerîna li malan de, hejmarek welatî revandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 09, 2019 13:26 Asia/Tehran
  • Têrorîstên ser bi Tirkîyê revandina welatiyên Efrînê didomînin

Grûpên têrorîst ên ku Tirkîye pişta wan digire, li Efrînê êrişî gundê Şîtkayê ser bi navçeya Mabeta ve kirin û di encama lêgerîna li malan de, hejmarek welatî revandin.

Ligorî rapora çavkanîyên nûçan ên li Efrînê, şeva buhurî grûpa Feyliq El Şamê avêt ser gundê Şîtka, êrişî gundê Şîtka yê ser bi navçeya Mabeta ve kir û di encama lêgerîna li malan de, hejmarek welatî bi hinceta ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû, revandin.

Ligorî vê raporê, ji ber rewşa aloz a li nava gund, nehat zanîn çend kes ji aliyê wê grûpê ve hatine revandin.

Ev yek di demekê de ye, ev 10 roj in grûpên têrorîst bi awayekî berfereh li navçeya Mabeta û gundên wê dizîyê dikin, darên Zeytûnê dişewitînin û welatiyan direvînin.

Roja 29`ê meha buhurî, têrorîstên Cebhe El-Şamiyê ketin gundên derdora Mabetayê, ji bilî lêgerînê û dizîna dirav, zêr û kelûpelên gundiyan, zêdetir ji 150 kesî jî girtin û li wan dan. Hejmarek ji welatiyan piştî pere dan wê grûpê hatin berdan.

Bajarokê Mabeta ketîye 5 kîlomêtrîya rojavayê Efrînê û piraniya xelkê wî Kurdên Elewî ne, loma jî gelek binpêkirinên mafên mirovan himberî wan de ji aliyê têrorîstan û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tên kirin.