Dijayetiya Almanyayê digel şandina çekdarên vî welatî bo Sûriyê
Dewleta Almanyayê li dijî daxwaza Amerîkayê ya şandina çekdarên wî welarî bo Sûriyê jibo beşdariya li hevpeymaniya amerîkî ya (xwedêbergiravî) diojî DAIŞê derket.
Ştêfan Zîbîrt, berdevkê dewleta Almanyayê roja Duşemiyê di civîna nûçeyî da ragihand ku vî welatî tu hêzek li axa Sûriyê tune û naxwaze ku vê siyasetê biguherîne.Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li çarçova sozîn xwe yên hilbijartinê Kanûna 2018an ragihand ku hêzên amerîkî ji Sûriyê derdixe. Tevî vêyekê, ew neçar bûye ku hin venihêrînan di vî warî de pêkbîne.Trump hewil dide ku hevpeymanêîn ewropî yên Waşîngtonê jî bîne meydanan Sûriyê, lê ewna li dijî vê yekê ne.Zîbêrt tevî amajeya bi sînordarbûna beşdariya Almanyayê di hevkariya digel Amerîkayê li şerê Sûriyê got: Bêrlîn li dijî şandina çekdarêîn almanî bo Sûriyê bi mehneya şerê dijî têrorêîstan e.Eger dewleta Almanyayê bixwaze kiryarên xwe di çarçova hevpeymaniya dijî DAIŞê de bidomîne, dê şandina hêza bejahî beşeka van kiryaran nebe.