Fermandê pilebilind ê YPG: Efrîn di kontrola DAIŞ û Nusreyê de ye
Fermandê pilebilind ê Yekînên Parastina Gel got: Erka sereke ya hêzên Sûriya Demokratîk( HSD), hewldana bona azadkirina Efrînê ye.
Polat Can, fermandê pilebilind ê YPG li gotûbêja bi Kurd Pressê re bal kişand ser dawîn rewşa Efrînê û diyar kir: Bi hezaran terorîst dema li Girê Sipî, Reqa, Minbic, Dêrazorê işkest xwarin ber bi Idlib û Tirkiyê ve revîn, nav û lîsta wan gişka li cem dezgeha me ya ewlehiyê de heye. Yên ku îro li kêleka Tirkiyê li Efrînê de ne, ser bi DAIŞ û bereya El-Nusre ne.
Wî her wiha diyar kir: Durust e DAIŞ îro li Reqa û Dêarzorê têk çûye, lê bi piştgiriya rasterast a Tirkiyê li Efrînê bi cih bûye û eve rasitiyek e ku hemî dezgehên îstixbaratî yên navçê û cîhanê wê dizanin.
Polat Can destnîşan kir: Efrîn bi hevhatineka navneteweyî ket bin kontrola Tirkiyê û komên terorîstî. Erka sereke ya hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên rizgariya Efrînê , rawestana li ber azadkirina Efrînê ye.